DYE: Hikumeta di bin kontrola Îranê de nabe hevalbendê me!

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio bi teleffonê bi Serokwezîrê Iraqê re axivî û careke din di mijara komên çekdar de hişyarî da Iraqê û got, "Hikumetek ku ji aliyê Îranê ve tê kontrolkirin, nikare bibe hevalbendê me."

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Wezîrê Karên Derve Marco Rubio bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî.

Li gorî daxuyaniyê Marco carek din Iraqê hişyarkiriye û gotiye; “Hikûmeteke ku ji aliyê Îranê ve were kontrolkirin, nikare hevkariya di navbera Bexda û Washingtonê de bi pêş bixe û Iraqê ji nakokiyên herêmî dûr bixe.”